Hulya û Yuksel Avşar li ser gotinên Tugba Ekîncî yên derbarê Kurdan de bertek nîşan dan

05-02-2023
RÛDAW
Nîşan Hulya Avşar Yuksel Avşar Tugba Ekinci Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hemberî parvekirina nijadperestî ya stranbêja Tirk Tugba Ekîncî ya li dijî Kurdan, stranbêj Hulya Avşar û Yuksel Avşar ku di nava kurdan de bi sîmaya xwe ya siyasî tê naskirin bertek nîşan dan. Li aliyê din Parlamentera HDPê Remziye Tosun jî tevî ku şîroveya xwe jê bir, bû armanca rexneyan.

Stranbêja Tirk Tugba Ekîncî li ser hesabê xwe yê Instagramê derbarê Kurdan de parvekirinek belav kir û tê de wiha got “Ez ji Kurdan hez nakim. Em ne mecbûr in ji hev hez bikin. Gava yek ji we hez neke hûn çima çêran dikin û qiyametê radikin? Yên ku ji we hez nakin, hûn jî ji wan hez nekin û xelas. Ti kes bi qasî we nikare bi xelkê bide gotin ku `perwerdehî şert e`. Çi eleqeya hezkirin û nehezkirinê bi nijadperestiyê re heye?”

Ew parvekirina Tugba Ekîncî li ser medyayên civakî bû sedema nîqaşan û gelek kesan bertek nîşan dan.

Di nava kesên ku bertek nîşan dane, hunermend Hulya Avşar û meta wê Yuksel Avşar jî hene.

"Ne hewce ye ku jê hez bikî, lê divê rêz lê bigirî"

Yuksel Avşar ku di nava Kurdan de bi helwestên xwe yên siyasî tê naskirin, li ser gotinên Ekîncî yên derbarê Kurdan de bertek nîşan da û li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, “Kubeya çandê! Ne hewce ye ku ew hez bike, lê divê rêzê lê bigire. Kesên ku hez dikin bila hez bikin, ez ji yên ku hez nakin hez nakim…”

Hulya Avşar jî şîrove kir

Hulya Avşar jî di bin parvekirina meta xwe Yuksel Avşar de li ser heman mijarê helwesta xwe nîşan da û got, “Metê acê nebe cana min, li gotinê nenêre, binêre kê gotiye. Xwe newestîne.”

 

 

Şîroveya parlamentera HDPê jî bû sedema nerazîbûnan: Twîta xwe jê bir

 

Li aliyê din, Parlamentera HDPê ya Amedê Remziye Tosun li ser posta nijadperest a Tugba Ekîncî bertek nîşan da û li ser twîttera xwe peyamek kurt belav kir, lê peyama wê bû sedema nerazîbûna beşeke zêde ji Kurdan, lewra piştî demekê, Remziye Tosunê parvekirina xwe jê bir.

Parlamentera HDPê ya Amedê Remziye Tosun derbarê parvekirina Tugba Ekinci de wiha got: “Em Kurd ji yên ku ji me hez nakin jî hez dikin. Eger tenê mirov be.”

Ev nivîsa Remziye Tosun di demeke kin de bû sedema bertekan û piştî demekê wê posta xwe jê bir. Lê tevî ku Parlamentera HDPê twîta xwe jê bir jî, bertek û nerazîbûnên li dijî peyama wê nesekinîn.

Pêştir Aborînasê navdar Ozgur Demirtaş jî wek bertek li ser nivîsa Ekîncî pirs kiribû: “Tugba Ekinci kê ye?”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst