SÊRT - Ji bo ‘pelîtanka belenois aurota’yê 1590 kîlometreyî çûn

10-10-2024
RÛDAW
Nîşan Sêrt Pelîtank Belenois Aurota
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, sala 2016an li Geliyê Botanê pelîtanka (minminîk) a pêşeng a spî (belenois aurota) hat dîtin û paşê jî hat qeydkirin.

3 çavdêrên pelîtankan ji bo ku dîmenê pelîtankê bigirin ji Îzmirê çûn Sêrtê.

Çavdêrê pelîtakan Nîhat Kaymaz pelîtanka pêşeng a spî (belenois aurota) ya ku ji Afrîkayê koç kiriye 2016an li Sêrtê dît û qeyd kir.

Pelîtanka ku piştî 7 salan par hatibû dîtin, îsal dîsa jî hat dîtin û dîmenên wê hatin girtin.

Hezar û 590 kîlometre li paş xwe hiştin

Melîh Înanli, Mustafa Kuş û Îbrahîm Kavuş ji bo ku pelîtakê bibînin û dîmenê wê bigirin, hezar û 590 kîlometre rê li paş xwe hişt û ew çûn Sêrtê.

Melîh Înanliyê ku ji 2004an vir ve wêneyê pelîtankan digire got ku wî dema dîtina pelîtankê bihîst, bilêta balafirê birî û bi hevalên xwe re çû Sêrtê.

Cara ewil e dibîne

Înanli destnîşan kir, ew ji bo pelîtanka pêşeng a spî berî niha jî 3 caran çûye bajêr lê wî pelîtank nedîtiye.

Înanli her wiha da zanîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 415 cureyên pelîtankan hene û got:

“Min wêneyên 300 pelîkankî girtin. Min di serdanên xwe yên borî de, wêneyê pelîtanka pêşeng a spî negirtibû. Ez vê carê tenê ji bo wê hatim."

“Dîtina pelîtankê hesteke xweş bû”

Mustafa Kuş jî da zanîn ku ew wênegirê çûkan e lê ev nêzîkî 10 salan e wêneyên pelîtankan jî digire û got:

“Em hatin Sêrtê ji bo ku pelîtanka pêşeng a spî bibînin. Cara yekem e ku ez têm vir, cihekî pir xweş e.

Dema me pelîtanka pêşeng a spî dît coş û hesteke xweş li ba me çêbû.

Pelîtanka pêşeng a spî, pir xweşik e û taybet a Sêrtê ye. Bi rastî jî kêfxweşiyeke mezin e ku mirov vê pelîtankê li cihê wê bibîne û wêneyên wê bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst