Çêvedaniya Haco banga yekîtiyê li partiyên Rojavayê Kurdistanê kir

31-12-2024
RÛDAW
Nîşan Çêvedaniya Haco Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çêvedaniya (Weqfa) Haco banga yekîtiyê li partiyên Rojavayê Kurdistanê kir û ji wan xwest ku berjewendiyên neteweyî di ser berjewendiyên partiyên xwe re bigirin.

Komîteya Birêvebiriya Giştî ya Çêvedaniya Haco diyar kir ku yekbûna hemû hêzên siyasî îro pêwîstiyeke herî giring e.

Li gorî gotina Çêvedaniya Haco tenê bi yekîtiyê Kurd dikarin bigihên azadiya bi hezaran gorî di wê rêyê de dane.

“Welatê bi hat bi Peyamana Sykes Picotê hat parçekirin”

Di beşekî din ê daxuyaniyê de amaje bi Peymana Sykes- Picotê jî hat kirin û wiha hat gotin:

“Gelî birêzan, nûnerên hêja yên tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê,

Wekî em hêmû dizanin, gelê me û tevgera me ya siyasî li rojavayê welatê me, Kurdistan piştî van guhertinên nû li Sûriyeyê di pêvajoyeke dîrôkî de ye.

Berî damezrandina dewleta Sûriyeyê em bi çand û zimanê xwe bêsînor di welatê xwe de dijîn.

Parçekirina Kurdistanê sala 1916an bi Peymana Sykes-Picotê li dijî vîna gelê me hat danîn.

Parçeyek ji xaka welatê me li gor vê peymanê xistin bin nîrê dewleta Sûriyeyê ya ji aliyê Îngilîz û Fransiyan ve nû hat çêkirin.

Sînorên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatin kişandin, ne sînorên xwezayî ne.

Xaka me ye ku îro di bin dagîrkeriya Sûriyeyê de ye, parçeyek ji Kurdistanê ye û gelê wê beşek ji netewa Kurd e. Ev rastiyeke dîrokî ye, ti gûman li ser nîne.

Piştî damezrandina dewleta Sûriyeyê rêjîmên hatin ser desthilatdariyê bi zanebûn siyaseta bindestkirin û windakirina nasnameya me û Erebkirina vî parçeyê welatê me ajotin.

Bi taybetî di bin desthilatdariya rêjîma Baesê de her hêviyeke me ji bo wekhevî û azadiyê bi girtin û hingaftinê hate bersivdan.

Dîsa jî me di demên herî tarî de rûmeta xwe parast û têkoşîna xwe domand.”

“Em dixwazin bi dilê xwe li Sûriyeyê bijîn”

Çêvedaniya Haco amaje bi pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê jî kir û wiha got:

“Îro bi reva rêjîma Baes û guhertina desthilatdariyê bi destê rêjîmeke nû ya ku hêza xwe ji dewleta Tirkiyeyê digire, em li ber gefên nû ne, berî hertiştî tevgera bêhedan ya hêzên derve, yên ku dixwazin me ji hev cuda û bindest bikin.

Divê ji herkesî re diyar be ku gava em wekî gelê Kurd dixwazin bi dilê xwe di nav sînorên Sûriyeya îro de bijîn.

Ev biryara me ya azad e. Her awayekî din î bihevrejiyana bizorê ne rewa ye û ji ber vê yekê nikare were pejirandin.

Êdî ji ber xwe ve tê têgihiştin ku di Sûriyeyeke nû de divê mafê gelê Kurd û Ereb wekî du neteweyên sereke û mafên hemû ol û neteweyên din di hemû beşên jiyanê de yeksan be.

Bêyî baweriyeke jidil bi mafên hev, jiyaneke dadmend bi hev re di Sûriyeya nû de ne mumkun e.”

“Divê berjewemdiyên gelê me di ser berjewendiyên partiyên me re be”

Di dawiya daxuyaniyê de banga yekkirina hêzên û yekîtiyê li aliyên siyasî hat kirin û wiha hat gotin:

“Yekbûna hemû hêzên me yên siyasî îro pêwîstiyeke herî giring e.”

Newekeheviyên navxweyî di dîtin û ramanên me de divê bi hevpejirandin, rêzgirtin û lihevborîn werine derbaskirin.

Berjewendiyên gelê me û neteweya me divê di ser berjewendiyên her partiyekê yan takekesekî re bin, ji vê yekê re jî ji gotinan bêhtir kirin pêwist e.

Em wekî Çêvedaniya Haco pêşniyar dikin ku hemû aliyên siyasî û kesayetiyên berpirsiyar ên tevgera me yên konevanî li Rojavayê Kurdistanê ji nava xwe desteyeke nûnerayetiyê hilbjêrin. Ev deste jî dikare ji nav xwe berpirsa/ê nûneratiyê hilbijêre.

Ev nûnerayetî wê bibe dengê me û li ser asta Sûriyeyê û ya navneteweyî bi navê gelê Kurd li Sûriyeyê biaxive.

Her wekî em dixwazin bibîrbînin ku di vê rewşa dîrokî de li ser asta Kurdistanê ji hemû hêzên gelê me tê xwestin ku bi berpirsiyariya xwe rabin.

Nabe berpirsiyariya vî parçeyê Kurdistanê wekî tenê berpirsiyariya niştecihên Rojavayê Kurdistanê were dîtin, bêhtir ji wê ev berpirsiyariyeke neteweyî ye û bi vê yekê berpirsiyariya hemû hêzên Kurdistanê ye.

“Divê em li gorî hêviyên gelê xwe bin”

Di vê rewşê de xwedîlêderketin li vî parçê welatê me nikare wisa were nirxandin ku ew destêwerdan e, di doza hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de.

Gelî birêzan, ti hêz nikare baweriya me bi dadmendiya doza me bişkîne.

Bav û kalên me di demên herî dijwar de nasnameya me parastin û gihandin me. Îro jî têkoşîna gelê me vê rastiyê bi cih dike.

Êdî bipêşketina têkoşîna me bêgûman bi yekkirina hêzên me ve girêdayî ye.

Divê em newekeheviyên di bîr û ramanên xwe de derbas bikin û di nav hev de giyanê hevpejirandin û lihevbûrinê biweşînin, da em karibin li gorî hêviyên gelê xwe bin.

Tenê bi yekîtiyê em dikarin bigihine azadiya ku gelê me bi hezaran gorî û cangorî di ber de dane.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst