Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozatê diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Ocalan û got, “Divê dewleta Tirk ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê îradeyekê nîşan bide.”
Şandeya DEM Partiyê ya ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk hatibû 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an çû Îmraliyê û bi Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan re civiya.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozat hevdîtina Ocalan û şandeya DEM Partiyê ji medyaya nêzîkî PKKyê re nirxand.
“Rêber Apo xwedî wê hêza teorîk û pratîkê ye”
Besê Hozatê got, “Rêber Apo niha dîsa nêzîkatiyek daniyê holê.
Di vê wateyê de eger dewlet û hikûmet bi samîmî nêzîk bibe û îradeya çareseriyê deyne holê, gotiye ew bixwe jî dê tevkariyek mezin bike û xwedî wê hêza teorîk û pratîkê ye.”
“Tesîr dê li Tirkiyeyê jî bibe”
Hozatê amaje bi wê yekê kir rewşa niha li hêrêmê mirov ditirsîne û got:
“Rêbertî mînaka Xeze û rewşa Sûriyeyê dide. Niha ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst û hegemonîk ve projeya mezin a Rojhilata Navîn tê xwestin pêk were.
Di vê wateyê de ewlehiyê Îsraîlê tê esasgirtin. Ev plan di bingeha hêza Îsraîlê ya herêmê xistina ewlehiyê de tê meşandin.
Em ji geşedanên li Sûriyeyê çêdibin dibînin ku Tirkiyeyê jî daxilî van planan dikin.
Ji aliyê Tirkiyeyê ve jî komplo û xefikeke mezin xistine meriyetê.
Ev rastî jî dê bihêle ku pirsgirêkên girîng çêbibin û pirsgrikêk bibin kangren.
Eger nakokî û pevçûnên heyî kûr bibin dê li Sûriyeyê jî pevçûnên mezhebî werin jiyandin.
Heman tişt li Îraqê were jiyandin. Hem şerê mezhebî hem jî pir cidî şerê etnîkî were jiyandin. Dê pir cidî tesîva vê li Tirkiyê bibe.”
“Xetereya heyî Devlet Bahçelî jî dibîne”
Besê Hozatê diyar kir ku Ocalan hewl dide rewşê fêm bike û got:
“Gotinên Devlet Bahçelî û ji bo derketinê tiştê ku îfade dike û ji 1ê Çiriya Pêşîn ve pêvajoyê ku dest pê kir, daxuyanî û nîqaşên ku tên kirin, hîn jî qasî ku me fêmkir, Rêbertî jî hîn hewl dide rewşê fêm bike.
Birastî jî ev daxuyanî, ev nêzîkatî gelo tektîk in, şerê taybet in. Nexwe xetereya heyî Devlet Bahçelî jî dibîne, dixwaze pêşî bigire?
Di vê wateyê de bi îfadeya Rêbertî desthilata AKP-MHPyê eceba paradîgmayekê nû pêşxist?
Ev gotin li ser vê pêşdikevin? Eceba vê plana xeter, vê konsepta hêzên hegemonîk a li ser herêmê tê pêşxistin ferq kir?
Tiştê ku pêş dixin paradîgmayekî nû ye eceba? Van gotin hinek xwe dispêrin vê yan tam berovajî, ji vê rewşê wiha feydeyên mezin negirtin û eceba ji bo desthiladarî sax derkeve dubare wiha şerê taybet dimeşînin?
Ev şerê taybet e, tektîkek e? Lewre ev di dema çûyî de pir hat ceribandin. Pêwîst e herî zêde ev bê fêmkirin.”
“Pêvajoya aşitî û çareseriyê nîne”
Besê Hozatê di berdewamiya axaftina xwe de got:
“Em bi vê hevdîtînê re nikarin behsa pêvajoyekê bikin. Wekî hin derdor nîqaş dikin pêvajoyekê çareserî û aşitiyê nîne.
Bi vê hevdîtînê re mirov nikare behsa pêvajoya aşitî û çareseriyê bike. Nêzîkatiya Rêber Apo wekî kaxizê tûrnûsolê ye.
Li Îmraliyê hîn jî şert û mercên tecrîd û şkenceyê didomin. Derfetên Rêber Apo yên ewlehî, tenduristî û jiyana azad nehatiye pêkanîn.
Êrîşên qirikirinê ya li ser gelê Kurd nesekiniye. Li Bakur, Rojava, Başûr û her derê êrişên berfireh ên qirkirinê didomin.
“Erdogan û Bahçelî behsa qirkirina Kurdan dikin”
Ji ber vê em nikarin navê vê pêjajoyê bikin pêvajoya çareserî û aşîtiyê.”
Hozatê bal kişand êrişên li Rojavayê Kurdistanê û wiha pê de çû:
“Wekî min gotî, êrişên qirkirinê li her derê bi dijwarê dewam dikin.
Yanî ziyniyet û desthilatdariyeke ku li Rojava êrişî Kurdan dike û hewl dide rêveberiya xweser tasfiye bike, wê li Tirkiyeyê çawa bi rengekî demokratîk pirsgirêka Kurdan çareser bike.
Gelo dê çawa bi rastî jî samîmî nêzî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd anbibe?
Ev pirseke pir girîng e. Yanî di vî warî de polîtîka û êrişên heyî, bawerî nadin.
Mirov li ku derê lê binêre, dê bibîne ku êrîşên înkar û îmhayê, polîtîkayên qirkirinê bi hemû tundî û dijwariya xwe dewam dikin.
Lewma em difikirin ku evane hemû polîtîkayên şerê taybet in. Niha di raya giştî ya berfireh de jî ev feraset heye.
Yanî hemû beşên demokratîk û Kurd, hetta Kurdên di nava AKPyê de jî dema nîqaş dikin, her tim nîşaneyeke pirsê heye. Gelo ma di gotinên Bahçelî yan jî Erdogan de gotineke li ser esasê zemîna çareseriya demokratîk, heye? Nîne.
Bahçelî dema devê xwe vedike, qala tunekirina PKKyê dike, qala tasfiyekirina Rojava bike, qala qirkirina Kurdan dike. Dema ku Erdogan jî devê xwe vedike, qala tiştên heman dike.”
“Rêber Apo şansê dawî yê Tirkiyeyê ye”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê eşkere kir ku ew piştevaniya bangên Ocalan dikin û wiha got:
“Rêbertî bangî partî, hêzên siyasî yên din, rêxistinên civakî yên sivîl û her kesê dike ku rol bilîzin.
Em bi tevahî piştgiriyê didin bangên Rêbertiya xwe. Em li pişt îradeya çareseriyê ya Rêbertiya xwe ne.
Em piştgirî didin vê îradeyê. Di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de, muxatabê sereke Rêber Apo ye.
Me ev her tim gotiye û em timî dibêjin. Lê belê dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP û muxalefetê, yanî dewlet bi tevahî divê îradeyeke çareseriyê deyne holê.
Divê li ser bingehê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, îradeyê danin holê û guh bidin van bangên Rêber Apo, bersiv bidinê û têkildarî vê yekê gavên şênber ên pratîk bavêjin.
Yanî eger li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser nebe, eger bi vê polîtîkaya heyî dewam bike, Tirkiye dê li herêmê bibe hêza ku winda dike.
Bila Tirkiye qet xwe naxapîne. Yanî Tirkiye dê parçe parçe bibe. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd şansê dawî yê Tirkiyeyê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse