RIHA - Ciwanê Sûriyeyî yê ku dixwest destên xwe bişo xeniqî

31-08-2023
RÛDAW
Nîşan Kanala Avdanê Riha Bûyerên Xeniqînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyûbiyeyê ya parêzgeha Rihayê ciwanekî Sûriyeyî di kanala avdanê de xeniqî.

Li taxa Açmaliyê ya Eyûbiyeyê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî Sûriyeyî yê ku dixwest destên xwe bişo kete kanala avdanê û binav bû.

Hat diyarkirin ku navê ciwanê Sûriyeyî Kamil Mihemed Hemdî ye û ew 20 salî bûye.

Kesên li derdora kanalê aliyên pêwendîdar agahdar kirin.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFADê, cendirme û polîs çûne cihê bûyerê. Tîman di kanalê de dest bi lêgerînê kir.

Di encama lêgerînê de cenazeyê ciwanê 20 salî, 15 kîlometreyan dûrî cihê bûyerê hat dîtin.

Cenazeyê ciwanê Sûriyeyî Kamil Mihemed Hemdî bir Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst