Li Rihayê du zarok xeniqîn

17-06-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Zarok Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, du zarok di du bûyerên cuda de xeniqîn.

Li gundê Dardaxanê yê navçeya Siwêrega Rihayê, zarokê bi navê Abdullah Bugday ji bo hênik bibe û avjeniyê bike xwe avêt gola avdaniyê.

  Abdullah Bugdayê 11 salî xeniqî.

Li ser agahdarkirinê tîmên pêwendidar çûn cihê bûyerê.

Termê Abdullah Bugday ji golê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê ji bo otopsiyê termê Bugday veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Herwiha li navçeya Xelîliyê jî zarokekî 16 salî xeniqî.

Sedat Dag jî ji bo hênik bibe xwe avêt coya avdaniyê û li ber avê çû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn cihê bûyerê.

Cenazeyê Sedat Dag kîlometrek dûrî cihê ketibû coyê hat dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst