Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2 zarokên 14 û 15 salî yên navên wan yek in û pismamê hev in di kanala avê de xeniqîn.
Li gor agahiyan îro Duşemê 24ê Temûza 2023an li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê 2 zarokên ku temenê wan 14 û 15 sal bûne ji bo xwe hênik bikin ketine nav kanala avê û piştî demekê wenda bûne.
Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê û polîs çûne cihê bûyerê.
Her wiha ji bo karûxebata bin avê jî tîmên girêdayî Rêveberiya Emnî ya Semsûrê piştgirî dane. Piştî 3 demjimêran karûxebatê cenazeyên her du zarokan hatiye dîtin û ji bo malbatên wan hatine radestkirin.
Li gor zanyariyan navê wan her du zarokan jî Îbrahîm Xelîl Artut e û pismamê hev in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse