Li ser dîwarê Parêzgariya Êlihê 'Pêşî Kurdî' hat nivîsandin

31-07-2024
RÛDAW
Nîşan Zeynep Oduncu Êlih Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncuyê wekî nîşandana bertekekê li dijî jêbirina nivîsên Kurdî, li ser dîwarê Parêzgariya Êlihê nivîsa “Pêşî Kurdî, pêşî ziman” nivîsand.

Piştî Amed, Wan û navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê jî hişyariyên trafîkê “Pêşî Peya” û “Hêdî” yên bi Kurdî hatin jêbirin.

Şaredariyên di rêveberiya DEM Partiyê de li navçe û parêzgehên Bakurê Kurdistanê li ser rêyên di îdareya şaredariyan de ligel hişyariyên bi zimanê Tirkî yên trafîkê bi zimanê Kurdî jî hişyariya “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsîbûn lê ew hişyariyên bi Kurdî yek bi yek tên jêbirin.

Derengê şeva borî li parêzgeha Êlihê jî hişyariyên “Pêşî Peya” û “Hêdî” yên bi Kurdî bi hevahengiya polîsan ji aliyê Rêveberiya Herêmê ya Rêyên Bejahî ve hatin jêbirin û cihê wan hatin boyaxkirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncuyê îro wekî nîşandana bertekekê li dijî jêbirina nivîsên Kurdî, li ser dîwarê Parêzgariya Êlihê nivîsa “Pêşî Kurdî, pêşî ziman” nivîsand.

Oduncuyê got ku li dijî çand û zimanê Kurdî dijminatî tê kirin lê ew ti caran dev ji ziman û nasnameya xwe bernadin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst