ROJAVA – Li Şedadî amadekarî bo Rêveberiya Xweser!

31-03-2016
RÛDAW
Nîşan Şedadî Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistan TEV-DEM
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku şervanên YPGê û HSDê herêma Şedadî ya Rojavayê Kurdistanê ji detsê DAIŞê derxistin, amdekarî bo ragihandina rêveberiyek taybet tê kirin.

 

Bajarokê Şedadî û herêmên derdora wê di roja 19ê Sibatê de ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Demokratîk (HSD) ve ji destê çekdarên DAIŞê hat derxistin û piştre birêvebirina herêmê bi awayeke pratîkî ket destê hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê.

 

Piştî derbasbûna zêdetirî mehekê bi ser kontrolkirina Şedadî û gundên derdora wê de, niha hewl bo avakirina rêveberiyek taybet li wê derê tên dan.

 

Li gor agahiyên ji medyayên nêzîkî Partiya Yelîtiya Demokratîk (PYD) ve, daxwaz ji Tevgera Civaka Demoraktîk (TEV-DEM) a Rojavayê Kurdistanê, ku PYD jî di bin sîwana wê de kar dike,  hatiye kirin, ku bo Şedadî rêveberiyeke xweser pêk bîne.

 

Wek zanyariyên ku hatine belavkirin, rûnitşvanên bajarokê Şedadî û deverên derdora wê ji rayedarên TEV-DEMê û berpirsên Rêveberriya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê daxwaz kirine, ku ji wan re rêveberiya xweser û komîn û rêxistinên taybet pêk bînin, daku ew bi xwe îdareya herêma xwe bikin.

 

Xelkê Şedadî û bi taybet eşîrên Erebî yên Cihêş û El-Hezîl herwiha spasiya şervanên YPGê û HSDê kirine, ku herêma wan ji detsê çekdarên rêxistina DAIŞê rizgar kirine û dane xuyakirin, ku ew hêvî dikin, aliyên têkildar ên TEV-DEMê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bo wê yekê alîkariya wan bikin.

 

Belavbûna agahiyên derbarê hewlên bo avakirina rêveberiyek taybet li Şedadî herwiha piştî wê yekê tê, ku roja pênşemî 17ê Adarê di kongreyekê de li bajarokê Rimêlanê li kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê sîstema federalî bo Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin.

 

Kongreya Rimêlanê roja sêşemî 15ê Adarê dest bi karên xwe kiribû û tê de 200 delege ji hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê yên weke Kurd, Ereb, Aşûrî, Suryan, Tirkmen, Çerkes, Eremenî û Çeçenî beşdar bûn.

 

Herwiha di kongreyê de nûnerên her 3 kantonên Cizîr, Kobanî, Efrîn û rêveberiya Girê Spî, Herêma Şehba ya di navebra kantonên Kobanî û Efrînê de û çend deverên din ên bakurê Sûriyê amade bibûn.

 

Piştî 2 rojan gotûbêj û muzakereyan roja 17ê Adarê di konfranseke rojnamevaniyê hat ragihandin, ku nûnerên pêkhetayên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê li ser avakirina sîstema federaliyê li hev kirine û hat gotin, ku sîstema nû dê bi navê sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê were pêkanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst