Kujerê Şaredarê Kilîsê piştî 19 salan hat desteserkirin

30-12-2024
RÛDAW
Nîşan Kilîs Lutfu Arslan Ekrem Çetin Şaredarê Kilîsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kujerê Şaredarê Kilîsê yê berê Ekrem Çetin û kurê wî piştî 19 sal û 6 mehan li navçeya Îslahiyeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê hat desteserkirin.

Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê 3ê Hezîrana 2005an Lutfu Arslanê ku wê demê 28 salî bû, dema li restorantekê xwarin dixwarin Şaredarê Kilîsê Ekrem Çetin û kurê wî Cahit Çetin kuştin û ji cihê bûyerê reviya.

Dadgehê 25 sal ceza li Lutfu Arslan birî lê ew heta niha nehatibû girtin.

Tîmên Rêveberiya Ewlehiya Navçeya Îslahiyeyê ya parêzgeha Dîlokê, bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Îslahiyeyê 29ê Kanûna Pêşîn a 2024an li mala ku xwe lê veşartibû Lutfu Arslan desteser kir.

Hêzên ewlehiyê piştî karên yasayî yên li Rêveberiya Ewlehiya Îslahiye Lutfu Arslan radestî girtîgehê kir.

Li gorî yasayên Tirkiyeyê, di bûyerên kuştinê de eger kujer 20 salan neyê girtin doza derbarê wî de dikeve û tê hilweşandin û eger piştî 20 salan bê girtin jî ceza lê nayê birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst