Li Amedê av biha dibe

02-01-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Av DÎSKÎ Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bihayê avê sedî 54 zêde dibe.

Ji ber bilindbûn enflasyonê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojane tişt giran dibin.

Rêveberiya Av û Avrêjan ya Amedê (DÎSKÎ) ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye bihayê avê sedî 54 zêde kir.

Ev biryara DÎSKÎ ji meha Sibatê û pê de dikeve warê cîbicîkirinê.

Li gorî biryarê, Yek metre sêgoşeya ava vexwarinê ku niha bi 16,69 lîreyan e dibe 25,70 lîreyî.

Dema bikaranîna avê ji 27 metreçargoşeyê zêdetir be yek metre sêgoşe ji 27,67 lîreyî dibe 31,06 lîreyan.

Li navçeyên Erxenî, Bismil û Farqînê bihayê avê sedî 53 zêde dibe û ji 15,61 lîreyî dibe bi 23,90 lîreyî.

Li navçeyîn Hezro, Pasûr, Gêl, Pîran û Çermûgê bihayê yek metre sêgoşe av sedî 102 zêde dibe ji 11,63 lîreyî dibe 23,16 lîreyan.

Her wiha, li saziyên fermî yên Amedê bihayê avê ku niha 42,72 lîre ye sedî 11 dadikeve û dibe 38,55 lîre.

Li cihên kar û navendên bazirganiyê jî ku niha bihayê avê 45,64 lîreye sedî 3 zêde dibe û dibe 47,20 lîre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst