Li Kilîsê du kes bi hinceta endambûna YPGyê hatin desteserkirin

13-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kilîs YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilisê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta ku endamê YPGyê bûne du kes hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyan du kesên bi navê B.E û C.H.H ku dixwest ji Rojavayê Kurdistanê desbasî nav sînorên Bakurê Kurdistanê bibin ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ya Kilîsê ve hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê her du kesên ku bi hinceta endambûna YPGyê hatin desteserkirin, birin dadgeha Kilîsê.

Li aliyê din Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê her îro ragihandibû ku wan li 32 parezgehan dijî “rêxistina terorê ya dabeşker” operasyon pêk anîne û di encam de 113 kes hatine desteserkirin.

Piştê ku duh 9 leşkerên Tirkiyeyê li navçeya oparasyona Pençe-Kilîdê ji aliyê PKKê ve hatin kuştin.

Piştî vê yekê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tohmeta terorê hejmareke zêde ya welatiyan hatin desteserkirin û operasyon berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst