Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li seranserê wî welatî berf û baran dibare û ji bo 8 parêzgehan hişyariya aşûtê û qeşayê hatiye dayîn.
Li gor daxûyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê 30ê Kanûna 2024an li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf û baran dibare û bandoreke nerênî li ser jiyana rojane ya welatiyan dike.
Ji bo parêzgehên Dêrsim, Erzîngan û Xarpêtê hişyariya berfê û ji bo parêzgehên Semsûr, Dîlok, Kilîs, Mereş û beşekî Meletiyê jî hişyariya baran û lehiyê hatiye dayîn.
Her wiha amaje bi egera aşûtê û qeşayê hatiye kirin.
Li piraniya parêzgehên Tirkiyê jî berf û baran dibare û li 3 parêzgehan Afyonkarahisar, Uşak û Denizliyê ji ber berfa zêde îro dibistan hatine girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse