Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Posofê ya parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê dibistan hatin girtin.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand, li parêzgehên Erdexan, Şirnex, Colemêrg û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare.
Li gelek heremên Bakurê Kurdistanê serma zêde bûye û berf û şilî heye.
Li Erdexanê bi şevan pileyê germahiyê heta bin sifirê 20 pileyan dadikeve.
Qaymeqamiya Posofê ragihand, li navçeyê berf û şertên neyînî yên hewayî bandoreke xirab li çûnûhatinê dike.
Li Posofê xebatên vekirina rêyan hatine destpêkirin lê ji ber berf û pûkê dibistanên gundan ên perwerdeya wan bi sîstema veguhastinê tê kirin hatin girtin.
Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro li parêzgehên Şirnex, Colemêrg û Sêrtê berf û baran bi hev re dibarin.
Her wiha li herêmê qeşa û pûk û mij çêdibin û ji bo herêmên bilind hişyariya aşûtê hat dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse