Efrîn: Welatiyek di otomobîla xwe de kuştî hat dîtin

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Şehbayê, welatiyekî Kurd ê bi navê Xalid Cemîl Neboyê gundê Kîmarê li ser rê hatiye kuştin û heta niha sedem nediyar e.

Çavkaniyekî ji malbata Xalid Cemîl Nebo ji Rûdawê re got, ew piştî koçberiyê li gundê Birc Qasê yê Şêrawayê niştecî bûbû.

Roja yekşemê, piştî ku welatiyê navborî serdana gundê Nublê kiriye û çûye ofîsa veguhastina pereyan li gundê Ziyaretê, berê xwe daye gundê Birc Qasê.

Ew li ser rêya di navbera Ziyaretê û Nublê di nava otomobîla xwe de kuştî hatiye dîtin.

Çavkaniyê ku ji Rûdawê re axivî da zanîn ku 2 gule li sînga wî ketine û demançe jî di nav otomobîlê de hatiye dîtin.

Li gorî heman çavkaniyê, asayîşa navçeyê lêkolînê dike û heta niha sedema kuştinê û kujer nehatine dîtin.

Welatiyê Efrînî Xalid Cemîl Nebo 42 salî û bavê 4 zarokan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst