Li Efrînê talana darên zeytûnan didome

10-11-2023
Nîşan Efrîn Zeytûn Talan Erebên Hawirde Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erebên hawirde li Efrîna Rojavayê Kurdistanê berhema 80 darên zeytûnan talan kir.

Li gundê Çeqela Ortê yê navçeya Şiyê ya Efrînê, komeke şivan û Erebên hawirde berhema 80 darên zeytûnan talan kir.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, ev talana berhema zeytûnan roja 8ê Çiriya Paşînê pêk hatiye.

Li gorî heman çavkaniyê, darên ku berhema wan hatiye talankirin ên van welatiyan in:

- 15 darên welatiyê bi navê Xelîl Reşîd

- 50 darên Îmad Reşîd Hemo

- 15 darên Elî Betal Mistefa

Piştî ku Tirkiyeyê Adara 2018an Efrîn dagir kir, grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê li Efrînê dizî û talanê dikin, herwiha xelkê direvînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst