Îsal berf zû bariya: Li çiyayên Erziromê demsala kaşûnê dest pê kir

30-11-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erzirom Palandoken Berf Kaşûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ye li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê demsala nû ya kaşûnê dest pê kir.

Îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê demsala kaşûnê li Palandokenê hat vekirin û tevî ku nava hefteyê ye jî di roja yekemîn de qelebalixiyeke zêde heye.

Li navenda kaşûnê bilindbûna berfê gihiştiye nêzîkî metreyekê û welatî bi vê yekê kêfxweş in.

Rahênerê kaşûnê Emîn Atalay anî ziman:

“Em li ser zemîneke 94 santîmetre berf xwe dişemitînin. Pêwîst nake em bibêjin, ji xwe em dijîn.

Wek hûn jî dibînin zemîneke gelekî xweşik heye. Eleqeyeke zêde ya welatiyan heye.”

Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ji navenda bajarê Erziromê 5 kîlometreyan û ji balafirgeha bajêr 20 kîlometreyan dûr e û geştyar dikarin bê hêsanî bigihin wê derê.

“Em li hêviya her kesî ne”

Welatiyekî bi navê Taha Guney jî got:

“Îsal li Erziromê berf zû bariya. Ji ber wê kaşûn gelekî xweş e. Di heman demê de li Çiyayê Palandokenê berf dibare.

Li vê derê nêzîkî 94 santîmetreyan berf heye. Hewa îsal gelekî sar xuyaye û dê şiliyeke zêde bibare. Em li hêviya her kesî ne.”

Erzirom yek ji parêzgehên herî sar ê Bakurê Kurdistanê ye û li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê zivistanan asta berfê heta 2 metreyan bilind dibe û 6 mehan bê navber kaşûn tê kirin.

Li gorî amarên fermî yên Parêzgariya Erziromê, salane zêdetirî milyonek geştyarên xwecihî û biyanî serdana Erziromê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst