WAN - 10 rojnameger hatin desteserkirin

5 demjimêr berê
Nîşan Wan Rojnameger Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di xwenîşandanên protestokirina kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de herî kêm 30 kes hatin desteserkirin ku 10 ji wan rojnameger in.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ragihand ku doh li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û nahiyeya Sirînê de droneke Tirkiyeyê li otomobîlekê daye û di encamê de rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi armanca şopandina rûdanên dawî li Rojavayê Kurdistanê bûne.

Kuştina her du rojnamegeran îro li navenda parêzgeha Wanê hat protestokirin.

Polîsên Tirkiyeyê rê neda xwenîşanderan û di navbera wan de alozî derketin.

Polîsan bi darê zorê 10 rojnameger û hinek siyasetmedar û xelkê sivîl desteser kirin.

Hat zanîn herî kêm 30 kes hatin desteserkirin.

Di nav rojnamegerên ku hatine desteserkirin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Rûken Polat, Ozlem Yacan, Mazlum Engîndenîz û Sema Yuce Polat, nûçegihanên Ajansa Welat Bazid Evran û Firat Tunç, nûçegihana JINNEWSê Memîhan Zeydan û rojnameger Zelal Tunç, Oktay Candemîr û Nîmet Olmez hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst