Li Erziromê 5 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

07-10-2023
RÛDAW
Nîşan Erzirom PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta ku li ser torên civakî “propagandaya KCK\PKKyê” kirine 5 kes hatin desteserkirin.

Fermandariya Cendirmeyan a Erziromê bi daxuyaniyekê ragihand:

“Hinek kesan xwestiye di salvegera bûyerên Kobaniyê yên 6-7ê Cotmeha 2014an de beşdarî çalakiyan bibin.

Wan li ser hesabên xwe yên torên civakî propogandaya PKK/KCKyê kirine.

Me li parêzgeha Erziromê û navçeyên wê dest bi operasyoneke hevdem kir.”

Di “operasyonê” de 5 kes hatin desteserkirin û piştî rêkarên destpêkê yên li navenda cendirmeyan, her 5 kes jî bir dadgehê.

Piştî ku 1ê Çiriya Pêşîn 2 endamên PKKyê li Enqerê êrişî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê kir, Tirkiyeyê dest bi “operasyonên” desteserkirinê kir.

Heta niha bi hinceta “endamtî û propagandaya PKKyê” bi sedan kes hatine desteserkirin.

Di êrişê de 2 polîsên Tirkiyeyê birîndar bûbûn û 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dabû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digire û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst