Berfê çiyayên Wanê spî kirin

04-10-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Miks Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistanê, duh yekem berfa demsalê bariya.

Li Bakurê Kurdistanê çend roj in hewa sar bûye û pileya germê daketiye.

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê du roj in baran dibare.

Li parêzgeha Wanê jî çend roj in baraneke gur dibare û li herêmên bilind berf bariya.

Li çiyayên derdora Geliyê Qarapetê yê li ser rêya Miks û Wanê berf barî û çiya spî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst