Berdevkê HUDA-PARê Ramanli bi mamosteyên Kurdî re civiya

30-09-2023
RÛDAW
Nîşan Serkan Ramanli Mamosteyên Kurdî Dersên Kurdî HUDA-PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HUDA-PARê yê Êlihê Serkan Ramanli li ser hevdîtina bi mamosteyên Kurdî re got, “Em li ser zêdekirina jimara kadroyan, ji bo Mamosteyên Kurmancî û Zazakî, pêşvebirina xebatên dersên Kurdî yên vebijare, pêşdariya vekirina Beşa Zimanê Kurdî di Zanîngeha Batmanê de axivîn.”

Berdevkê HUDA-PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli bi mamosteyên zimanê Kurdî re civiya.

Ramanli li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dadaxuyaniyek belav kir û got:

Mamosteyên hêja jî bûn mêvanê me.

Em li ser; Zêdekirina jimara kadroyan, ji bo Mamosteyên Kurmancî û Zazakî, pêşvebirina xebatên dersên Kurdî yên vebijare, digel dêûbav û zarokan, pêşdariya vekirina Beşa Zimanê Kurdî di Zanîngeha Batmanê de axivîn.

Me hêvî, daxwaz û pêşniyariyên xwe parvekir.

Ji bo xwedî derketina li zimanê me Kurdî, hevdîtinek pir bi qîmet û giranbiha bû. Mala wan ava be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst