Baroya Amedê dê serokê xwe hilbijêre: Nahît Eren berbijêr e?

30-08-2024
RÛDAW
Nîşan Nahît Eren Baroya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ragihand ku ew dê careke din nebe berbijêrê serokatiya Baroya Amedê.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku 2 serdem in serokatiya baroyê dike daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 12-13ê Çiriya Pêşînê 49emîn Desteya Giştî ya Asayî dê were kirin û ew careke din nabe berbijêrê serokatiya baroyê.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û anî ziman:

“Her xatirxwestinek xembar e lê dem dema dewrkirina erkê ye.”

Eren di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê da ku wî gotiye ku Baroya Amedê henaseya Kurdan e û eger baro bê deng bimîne dê Kurd û Kurdistan jî bê henase bimînin.

Eren destnîşan kir ku wî bi vê berpirsyartiyê erka xwe bi rê ve biriye.

Eren spasiya endamên desteya rêveberiya baroyê kir û serkeftin xwest.

Nahît Eren Nîsana 2021ê wekî Serokê Baroya Amedê hatibû hilbijartin û piştî wê Çiriya Pêşîna sala 2022an cara duyemîn hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst