Semsûr - Zarokê 5 salî di bendavê de xeniqî

30-08-2024
RÛDAW
Nîşan Semsûr Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 5 salî di gola bendavê de xeniqî.

Malbata Turanan a ku li gundê Kerdizê yê Semsûrê dijî dema ku li malê zarokê xwe Denîz Turanê 5 salî nedît agahî da hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê.

Li ser agahdarkirinê tîmên hawaçûnê çûn herêmê û li wê derê xebat da destpêkirin.

Tîmên hawarçûnê li ser zanyariyên şahidan xebatên lêgerînê li gola Bendava Ataturkê zêde kirin.

Di encama xebatan de termê zarokê 5 salî ji golê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê Denîz Turan ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Perwede û Lêkolînê ya Semsûrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst