Li Wanê 3 jin bi xwedîkirina gamêşan zarokên xwe didin xwendin

30-07-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Wan Gamêş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 3 jinên ajeldar û kedkar ên taxa Mixrebet a navçeya Westan a ser bi parêzgeha Wanê ne Bakurê Kurdistanê bi xwedîkirina gamêşan zarokên xwe didin xwendin.

Hevjînên wan berî 6 salan di çarçoveya projeyeke Wezareta Çandinî û Daristanan de 20 gamêş   wergirtibûn lê ji ber karûbarên din nekarîn berdawamiyê bi xwedîkirina wan bidin. Niha sê jinan ew gamêş ji hevjînên xwe wergirtine û bi hevbeşî wan xwedî dikin.

Muxtar Yavuz Yigitler got, “Derdora 20 xwedîkerên me yên gamêşan hene. Jin vî karî dikin. Jin şîr, mast û berhemên taşteyê çêdikin. Ev gamêş ji bo jinên me bûne deriyekê dahatê. Eger ev kar bê pêşvebirin jixwe cihê me jî guncav e dê xwedîkirina gamêşan gelek bi sûd be.”

Ew rojane serê sibehê ji xew radibin û heta êvarê ajelên xwe di mêrg û zozanên navçeyê de diçêrînin. Êvarê jî wan didoşin û ji şîrê wan mast, penîr û rûnê nivîşk û çendîn berhemên din çêdikin. Dahata ji wan jî li xerciyên malê û xwendina zarokên xwe xerc dikin.

Jina Ajeldar Ayşe Tarhan anî ziman, “Em demjimêr 7 sibehê tên û gamêşên xwe tînin vir. Em sê jin in. Em ajelên xwe berdidin vê derê heta nîvro û nîvro diçin malê. 6 zarokên min hene. Em li wan jî dinêrin.  xwarina wan çêdikin û 1 heta 2 demjimêr bi wan re mijûl dibin û cardin vedigerin. 3 ji zarokên  min dixwînin. Ji ber ku me nexwend em vê zehmetiyê dijîn. Em dixwazin zarokên me wiha nebin û em wan didin xwendin.”

Her sê jinan îsal hejmara ajelên xwe bo 34 gamêş zêde kirine. Ew dibêjin daxwazeke zêde li ser berhemên wan hene lê ji ber ku hejmara ajelên wan kêm in nikarin daxwazên kiryarên xwe bi cih bînin û daxwaza piştevaniyeke zêdetir dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst