15 Koçberên Rojavayê Kurdistanê di rêya Îspanyayê de wenda bûne

01-05-2023
RÛDAW
Wêneyê hejmarek koçberên wenda (çep) û Ehmed Mihemed Elî birayê kesekî wenda
Wêneyê hejmarek koçberên wenda (çep) û Ehmed Mihemed Elî birayê kesekî wenda
Nîşan Kurd Koçber Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ew çar roj in 15 Koçberên Rojavayê Kurdistanê di navbera Cezayir û Îspanya de wenda bûne, malbatên wan bi riya Rûdawê bang li rêxistinên mirovî dikin, karekî ji bo eşkerekirina çarenivîsa wan bikin.

Roja Çarşema bihorî 26ê Nîsanê 15 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê ku 14 ji wan xelkê Kobanî ne û yê din jî xelkê Efrînê ye ji bajarê Wehran ê Cezayirê bi belemekê ber bi Ispanya ve birê ketin.

Li gor zanyariyan, piştî 20 xulekan ji birêketina wan, peywendî bi wan re qut bûye û heta niha ti kes tiştekî li ser wan nizane.

Ehmed Mihemed Elî birayê yek ji koçberên winda ji Rûdawê re got, her 15 kesan bi riya belemê xwestine biçin Ispanyayê ji bo ku ji wir biçin Almanyayê, lê têkiliya bi wan re qut bûye û niha ti agahî li ser wan kesan nayê zanîn. Her li gor zanyariyan, şofêrê belemê xelkê Cezayirê ye.

Ehmed Mihemed Elî ku li Almayayê bajarê Dortmondê dijî, derbarê windabûna birayê xwe û kesên pê re axivî û got, “Roja Çarşemê 26ê Nîsanê haya me jî hebû ku dê derkevin, di saet 4:55 xuelkan de birêketin, vidoe ji me re şandin, deng ji me re şandin, birayê min dengek şand û got, ew 15 kes in ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne û şofêr jî Cezayirî ye. Piştî 15-20 xûlekan interneta wan bi temamî hate girtin, ne internet heye ne axaftin. Ji roja Çarşemê ve heta niha ti deng tun ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Ehmed Mihemed Elî diyar kir, ku xizm û pismamên wan li Cezayîrê hene, lê haya wan ji tiştekî tune ye.

Bi gotina Ehmed Mihemed Elî, di wan rojan de polîsê peravên Îspanyayê hejmarek koçberên li ser beleman rizgar kirine, lê ti kesên me di nav wan de nebûn.

Birayê yek ji koçberên wenda herwiha got, polîsê Îspanyayê ji wan re gotiye ew nikarin ti zanyariyan bidin wan û ji bo lêgerîna li pey wan divê kesek ji malbatên wan kesan li cem navenda polîsan gilî bike.

Cotmeha sala bihorî 2 belemên koçberên Rojavayê Kurdistanê di navbera Wehran û Ispanya de binav bûbûn, têde 18 welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ku piraniya wan ji Kobanî bûn, canê xwe ji dest dabûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst