Li Erdexanê mişkan zeviyên çandiniyê dagir kirine: Cotkaran alîkarî xwest

26-08-2024
RÛDAW
Nîşan Erdexan Zevî Mişk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Golanê (Mêrdînîk) ya parêzgeha Erdexana Bakurê Kurdistanê cotkar dibêjin zeviyên wan ên ceh ji aliyê mişkan ve hatine dagirkirin û ji rayedaran alîkariyê didwazin.

Li navçeya Golanê ya Erdexanê ji ber mişkan zeviyên ceh dagir kirine cotkar rûbirûyê rewşeke dijwar bûne.

Cotkaran ku hewl didin zeviyên xwe ji mişkan biparêzin, ji rayedaran alîkarî xwest.

Cotkarê bi navê Adem Şenturk diyar kir ku mişkan zeviya dagirkirin û cehê wan ji bin ve dixwin.

Bi gotina Adem Şenturk ew dê bibe sedem ku di sala pêşiya me de di peydakirina tov de rûbirûyî zehmetiyan bibin.

Adem Şentur got:

Îsal serê me bi mişkan re ketiye belayê. Tişteke me ya bi navê çandiniyê nemaye.

Mişka tiştek ji çandiniya me nehiştiye û zeviyên me dagir kirine.

Heta niha ti rayedar bi hewara me ve nehatine.

Wekî niha jî hûn dibînin, em zeviyên xwe ji mişkan diparêzin, giya diçînin û ji ber mişkan direvînin.

Havîna pêş me dê kêmbûna tov hebe. Em ji vir bangî rayedaran dikin ku karibin pirsgirêkên me çareser bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst