Fewzî Herîrî: Fransa giringiyeke mezin dide parastina Herêma Kurdistanê

30-03-2021
RÛDAW
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî li ser serdana Nêçîrvan Barzanî bo Fransayê ji Rûdawê re axivî.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî li ser serdana Nêçîrvan Barzanî bo Fransayê ji Rûdawê re axivî.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî dibêje, Emmanuel Macron û Nêçîrvan Barzanî îro dê bo dema demjimêrekê bicivin û tekez dike: “Serok Macron baweriyeke temam bi nêrînên Nêçîrvan Barzanî heye”. Herîrî dibêje: “Nêçîrvan Barzanî li ser parastina mafên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûr û Iraqeke fedral de li gel Macron diaxive.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser banga Serokê Fransayê, Emmanuel Macron li Parîsê ye û îro herdu serok li koşka Elyseeyê bi hev re dicivin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî ji Rûdawê re got: “Niha gefeke berçav li ser Herêma Kurdistanê heye, beriya çend heftiyan Hewlêr ji aliyê hêzên çekdar ve hate mûşekbarankirin, pêwîst e sînorek ji bo van êrîşan bê danîn. Niha ne tenê DAIŞ, lê çekdarên din jî bi axaftinan êrîşî Herêma Kurdistanê dikin.”

Li gorî ku Fewzî Herîrî dibêje, berî serdana bo Parîsê, Serokê Herêma Kurdistanê şêwir li gel Serokwezîrê Iraqê, Serokkomarê Iraqê, serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê kiriye, lê rêzeke mezin li nerînên Serokê Herêma Kurdistanê bi xwe tê girtin, “ji ber ku nerîn û baweriyên wî, piştî demekê rast derdikevin.”

Fewzî Herîrî dibêje,“Fransa guhdaneke gelek mezin dide Herêma Kurdistanê, lewma cenabê serok heman mijarana ligel behs dike: Awayê parastina mafên rew yên Herêma Kurdistanê, di çarçoveya destûrê û çarçoveya Iraqeke federal de.”

Li ser pirsa çima ev serdan niha tê kirin û çi giringiya vê serdanê heye, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got, navçeya me bi taybet Iraq û Herêma Kurdistanê çendîn pirsgirêkên wan hene ji wan jî: “Pirsgirêkên li pêşiya hilbijartinên pêşwext, kêşeyên siyasî yên navxwe di nava hikûmet û parlamentoya Iraqê de, rewşa rojava, Îran û Tirkiyê giring in jibo istiqrara navçeyê. Serokê Fransayê baweriyeke temam bi nêrînên cenabê Nêçîrvan Barzanî heye..lewma Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê li  vir e daku nêrînên xwe û wan rêkaran destnîşan bike ku çawa rola Fransayê bê bihêztirkirin di çareserkirina pirsgirêkên ku hene.”

Li ser pirsa gelo Nêçîrvan Barzanî dixwaze çi peyamekê bigihîne Fransayê, Fewzî Herîrî got: “Fransa yek ji welatên zilhêz û endamê Encûmena Asayişê ye. Fransa ji nêzîk ve dostê Herêma Kurdistanê û hevhelwêstê xelkê me ye. Di sala 1991an de, li gel Amerîka û Brîtanyayê destpêşxeriya wan hebû bi biryara 688 ku milletê me li hember êrişa Seddam parastin. Di 2010 de yekemîn hevdîtina serok Barzanî li gel yekemîn Serokê Fransayê li Parîsê. Serokê Herêma Kurdistanê weke serokwezîr jî çend caran serdana Fransayê kiriye. Fransa giringiyeke mezin dide parastina Herêma Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst