Serokê Şaredariya Pilûrê Mustafa Sarigul û Serokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak / Wêne: Medyaya civakî
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) tayînkirina qeyûm li Şaredariya Dêrsim û Pilûrê şermezar kir û got, “Tayînkirina qeyûman li dijî pîvanên demokrasiyê ye û nayê qebûlkirin.”
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh êvarî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsim û Şaredariya Pilûrê ya Dêrsîmê kirin.
Li şûna Serokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak, parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu wekî qeyûm hat tayînkirin û li şûna Serokê Şaredariya Pilûrê Mustafa Sarigul jî qaymeqamê Pilûrê Huseyîn Şamîl wekî qeyûm hat tayînkirin.
PWK bi daxuyaniyekê tayînkirina qeyûman şermezar kir.
“Biryar siyasî ye”
PWK di daxuyaniya xwe de got:
“Biryara tayînkirina qeyûman, tinehesibandin û binpêkirina îradeya dengderên Dêrsim û Pilûrê ye.
Ew biryareke siyasî ye û li dijî pîvanên demokrasiyê ye û nayê qebûlkirin.
Em biryarên tayînkirina qeyûman şermezar dikin.
Divê serokên şaredariyên Dêrsim û Pilûrê vegerin ser wazîfeyên xwe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse