EFRÎN- Malbateke Kurd dema xwest vegere ser mal û milkên xwe hat desteserkirin

29-12-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Malbata Kurd Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê malbateke koçber a Kurd dema vegeriya ser mal û milkên xwe ji aliyê polîsên serbazî ve hat desteserkirin.

Malabata Kurd a ji gundê Hêkecê yê navçeya Cindirêsê dema xwest ji koçberiyê vegere here ser mal û milkên xwe ji aliyê polîsên serbazî yên bi ser Tirkiyeyê ve hat desteserkirin.

Malbata ku hatiye desteserkirin 2 jê jin, 3 jî zarok bi tevahî ji 8 kesan pêk tê. 

Li gorî agahiyan, 2 jin û 2 zarok hatine berdan lê çarenivîsa 4 kesên din heta niha jî ne diyar e.

Li aliyê din, welatiyekî Kurd ê ji gundê Cuwêqê yê Efrînê berî çend mehan ji aliyê polîsên serbazî ve hatibû girtin û piştre bi biryara dadgeha Efrînê ew li bermaberî 800 dolarî hatibû berdan.

Herwiha 27ê Kanûna Pêşînê 4 welatiyên Kurd li navçeyên Cindirês û Bilbilê bi hinceta ku "pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye" hatibûn girtin.

Piştî ku Efrîn ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ên bi ser wê ve hat dagirkirin, gelek Kurd naçar mane ku ji Efrînê koç bikin. Yên mayî jî rastî zext û zilma van grûpan tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst