DÊRSIM - Qurbaniyên Komkujiya Robozikê hatin bibîranîn

29-12-2023
RÛDAW
Nîşan Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê Komkujiya Robozikê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qurbaniyên Komkujiya Robozikê di salvegera 12emîn de li Dêrsimê hatin bibîranîn.

Li gundên Bêcih û Robozikê yên navçeya Qilebanê ya Şirnexê, şeva 28ê Kanûna Pêşîna 2011ê balafirên şer ên Tirkiyeyê welatiyên sivîl ên Kurd bombebaran kirin.

Di encama êrişê de 34 welatiyên sivîl ku ji wan 19 zarok bûn hatin kuştin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, di salvegera 12emîn a komkujiyê de li Parka Seyît Rizayê ya Dêrsimê daxuyanî da.

Li ser navê platformê Esma Ateşê daxuyaniyê xwend.

“Kesek jî nehatiye darizandin”

Esma Ateşê dîroka komkujiyê bi bîr xist û got:

“Di ser komkujiyê re 12 sal derbas dibin. Tevî vê yekê kesek jî nehat darizandin. Lêpirsîn hatine rawestandin û lêpirsînên ku nû dane destpêkirin jî pêş neketine.

Qetlîama ku hatiye kirin, bedenên parçe bûne, êşa ku malbat û civakê jiyaye nebûn mijara lêpirsînê.

Ji roja ku qetlîam hatiye kirin ve polîtîkayên bêcezatiyê têne meşandin.”

“Medyayê Robozik nedît”

Ateşê wiha berdewam kir:

“Medyayê qetlîam nedît û daxwazên desthilatê bicih kirin.

Wan eşkere kir ku ew xwedî binesaziyeke faşîzan in û qetlîamên ku tên serê Kurdan dinixumînin.

Bi vî rengî kesên ku suc kirine hatin parastin û hat ragihandin ku ew li pişta Komkujiya Robozikê ne.

Ji bo ku hinekên din jî van sucan bikin, polîtîkayên bêcezatiyê ketin meriyetê. Yên ku di komkujiyê de nehatin cezakirin, piştre jî sûcên li dijî mirovahiyê kirin.

Medyayê Komkujiya Robozikê veşart, hemû xirabiyên ku li herêma me rû didin ew wek ku rû nedaye hesab dikin.”

Ateşê bûyerên salên 90î û welatiyên herêmê yên ku neçarî koçberiyê bûne jî bi bîr xist.

Ateşê diyar kir ku bûyereke wekî ya Robozikê li her derê dibe rojev û got:

“Lewra bûyera Robozikê wisa nebû. AHÎM her tim rêyên hiqûqî yên navxweyî nîşan dide.

Di medyaya cîhanê de jî ev bûyer nebû rojev.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst