DÊRSIM - Xelk li ser pêyan e: 'Destên xwe nedin cihên me yên pîroz'

8 demjimêr berê
RÛDAW
Dîmenê Çalakiyê \ Wêne: û vîdeo Alî Haydar Gozlu \ Rûdaw
Dîmenê Çalakiyê \ Wêne: û vîdeo Alî Haydar Gozlu \ Rûdaw
Nîşan Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê Pilur Dêrsim Çemê Munzurê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Çaviyên Çemê Munzurê yên Dêrsimê, yek ji cihên pîroz ê Kurdên Elewî ye xelkê Dêrsimê li ser piyan e dû dibêjin dê destûr nedin çaviyên Munzurê bên wêrankirin.  

Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê berê biryar da bû ku dever were parastin û asta parastina deverê jî yekem be.

Wezaretê niha asta parastina herêmê kiriye duyem û xelkê Dêrsimê û saziyên civaka sivîl ji vê biryarê ne razî ne.

Li navçeya Pilurê ya Dêrsimê welatiyan bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê xwenîşandanek li darxist û bal kişand ser parastina cihên pîroz.

Serokê Komeleyên Elewî yên Demokratîk dibêje biryarên ku li ser cihên pîroz ên vê deverê hatine wergirtin nayên qebûlkirin û Elewî vê biryarê qebûl nakin.

Welatiyên Dêrsimê dibêjin, her ziyareteke wan ji bo wan weke mizgeft û dêrekê ye û divê biparêzin.

“Destên xwe nedin cihên me yên pîroz”

Serokê Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete li ser biryara nû ya wezaretê wiha got:

“Em dibêjin destê xwe ji cihên pîroz û bimbarek bikişînin.

Çemê Munzûrê ji bo bav û bapîrên me ji bo me pîroz e û em dê bi vê biryarê razî nebin. “

Li gorî welatiyan armanca wezaretê ew e ku bi biryarê daxistina asta parastina deverê tinekirina bawerî û jîngeha Dêrsimê ye.

Şêniya bi navê Fatma Aydogduyê jî li ser biryarê wiha got:

“Çi ji me dixwazin?! Ev çawa aqil e. Çi ji warê me dixwazin û dê çawa warê me wêran bikin?!

Welatî amaje bi pîroziya jîngeha parêzgehê dikin û dibêjin her ziyaretek bo wan wek mizgeft, dêr an jî kabê ye.”

“Ev der kabeya me ye”

Welatiyê bi navê Mehmet Soylu jî wiha got:

“Heger Kabeya Tirkan hebe ê me kî kabeya me ev der e. Divê Tirk vê bizanibin. Em ji Tirkan re nabêjin em ji hikûmetê re ji dewletê re dibêjin.

Çi kirin Ayasofya vekirin. Ayasofya ya Mizilmanan e, ev der jî Ayasofyaya me Kurdan e. Em li dihî vê biryarê ne”

Parastina Çavikên Munzurê 28ê Temûza 2023yan bi biryara Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê ji statûya “Qada Xwezayî-Qada hêja ya bê parastin” bo statûya “Qada Xwezayî-Parastineke asayî û bikaranîna bi kontrol” hatibû daxistin.

Her çiqas ji bo betalkirina biryarê doz hatibe vekirin û Dadgeha Îdarî ya Erzînganê lêkolîn kiribe jî heta niha biryareke nû nehatiye dayîn.

Li gor Komîsyona Hiqûqa Jîngehê û Bajarvaniyê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyyêê biryar ne hiqûqî ye û ji bo betalkirina biryarê dê kar û xebatên wan berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst