Kur û bavekî ji Rojavayê Kurdistanê piştî 27 salan hev dîtin

29-12-2022
RÛDAW
Kur û bavekî ji Rojavayê Kurdistanê piştî 27 salan hev dîtin
Kur û bavekî ji Rojavayê Kurdistanê piştî 27 salan hev dîtin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kur û bavekî ji Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê hev dîtin.

Ebdulezîz Ibrahîm Bekir ê xelkê Serê Kaniyê ev nêzîkî 10 salan e li Herêma Kurdistanê dimîne û 27 sal in wî û bavê xwe hev nedîtibûn, piştî nêzîkî 27 salan li Herêma Kurdistanê hev dibînin.

Ebdulezîz Ibrahîm Bekir li ser hevdîtina bavê xwe re ji Rûdawê re got, “Ez pir kêfxweş bûm ku piştî 27-28 salan min bavê xwe nedîtibû. Dema ez 11 salî bûm em ji hev dûr ketin ku ji 1995-96an vir ye, Xwedê ji wan kesên ku em ji hev dûr xistine re nehêle.”

Sala 1996an, bav û kur li Serê Kanî ji hev cuda dibin, her yek ji wan diçe aliyekî û êdî hev nabînin û bi temamî ji hev qut dibin.

Ne di xweşiyên hev de ne jî di nexweşiyan de, tu pêwendiya wan çênabe. Berî çend rojan û piştî van salên dûr û dirêj ew ji nû ve têne cem hev û weke kur û bav bi hev şa dibin.

Bavê Ebdulezîz, Îbrahîm Sîno jî hestên xwe anîn ziman û got, “Ez di dawiya emrê xwe de hatim mala xwe, her çend mala kurê min be jî mala min e, min nedizanîn ev zarokên kê ne, me hevdû wenda kiribû. A niha ez ketime mala xwe zarokên min çêbûne.”

Mîdya Îbrahîm Sîno, ji bo ku hev bibînin û werin cem hev bi wan re bûye alîkar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst