Rêveberiya Xweser: Ji ber topbarana Tirkiye 22 hezar xwendekar bê xwendin mane

29-11-2022
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser Êrişên Tirkiyê Xwendekar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ji ber topbarana berdewam a Tirkiye li ser navçeyên sînorî 22 hezar xwendekar bê xwendin bûne.

Desteya Perwerde û Fêrbûnê ya Rêveberiya Xweser roja 29ê Mijdarê ragihand, li navçeyên Efrîn, Minbic, Kobanî û Cezîrê yên Rojavayê Kurdistanê ji ber topbarana berdewam a Tirkiye li wan navçeyan 22 hezar xwendekar bê xwendin bûne, ku di encama topbarana Tirkiye de 243 dibistan hatinew girtin.

Li herêmên Rêveberiya Xweser, 4 hezar û 700 dibistan ên qonaxên cuda hene. 860 hezar xwendekar li wan dibistan fêr dibin û 42 hezar mamoste û karmend di kerta perwerdeyê de kar dikin.

Berê sibeha roja Yekşemê 20 Mijdarê artêşa Tirkiyê destpêkirina operasyoneke esmanî ya nû bi navê “Pence-Şûr” li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ragihand. Serokkomarê Tirkiyê roja Duşemê diyar kir ku ne şert e operasyona tenê êrîşa esmanî be. Li Tirkiyê ji xeynî HDP û partiyên Kurdistanî, ti aliyekî din ku li dijî pêkanîna wê operasyonê be nîne.

Di êrîşên Artêşa Tirkiyê de, navendên hin bajarên Rojavayê Kurdistanê wek Kobanî û Qamişlo û gundewarên piraniya bahar û bajarokên din hatibûn bombebaran û topbarankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst