Balyoza Amerîkayê û welatên Yekîtiya Ewropayê: ‘Hilbijartin bi coşeke mezin hatin kirin’

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski Nûnerê Diplomasiyê yê YEyê yê Îraqê Thomas Seller Balyozê Awisturyayê yê Îraqê Andrea Nassi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balyoza Amerîkayê û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîroz kir û diyar kir ku hilbijartin bi coşeke mezin hatin kirin.

Foruma MERI2024ê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.

MERI li Hewlêrê bi sernavê, “Ber bi Hukimraniya Durist û Refahê ve” tê lidarxistin.

“Me gelekî dixwest hilbijartin werin kirin”

Nûnerê Diplomasiyê yê YEyê yê Îraqê Thomas Seller di panela yekem civîna MERIyê de got:

"Ez dixwazim ji bo hilbijartinên parlamentoyê, Herêma Kurdistanê pîroz bikim.

Ev xaleke girîng bû ku min û Neteweyên Yekbûyî me gelekî piştgiriya lidarxistina van hilbijartinan dikir.

Ez dibînim çend nûnerên Kurd li vir bi ken li min guhdarî dikin.

Ew dizanin ku ez çi dibêjim û dizanin ku min çi kiriye.

Ez li ser navê Brukselê careke din hilbijartinan li we pîroz dikim.

Ez wisa difikirim ku hûn dê di çend meh û salên pêş de bizanibin ku ev hilbijartin çiqasî girîng in."

Her wiha Balyoza Holendayê ya Îraqê Hans Sandee jî li ser hilbijartinan anî ziman:

“Ji bo lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê ez we pîroz dikim.

Em hêvîdar in sala 2025an jî hilbijartinên serkeftî werin lidarxistin.”

Amerîka: Hilbijartineke bi coş bû

Balyozê Awisturyayê yê Îraqê Andrea Nassi jî li ser hilbijartinan da zanîn:

"Hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê mijareke gelekî girîng bû û dê bibe sedema berdewamiya aramiya Îraqê bi giştî."

Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê jî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê got:

"Kurdistana Îraqê dikare bi hêz be. Li hilbijartinên 20ê Çiriya Pêşînê binêrin.

Wekî piraniya hilbijartinan ew jî bi coş bûn. Rêjeya beşdariyê zêde bû.

Bifikirin ku ji bo her hilbijartinan mînakeke pir baş e.”

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşînê hatin lidarxistin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê amarên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kirin.

Rêjeya beşdariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji sedî 72 bû.

Li gorî encamên komîsyonê hejmara kursiyên partiyan li Parlamentoya Kurdistanê wiha ye:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 39 kursî

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî

Newey Nwê (Nifşê Nû): 15 kursî

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 7 kursî

Tevgera Helwestê: 4 kursî

Komeleya Dadgêriyê (Komel): 3 kursî

Eniya Gel: 2 kursî

Tevgera Goranê: 1 kursî

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 1 kursî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst