AGIRÎ - Li cem nexweşxaneyê qeza kir lê ambulans pê ve neçû û mir

Duh li 09:05
Nîşan Agirî Avkevir Birîndar Ambulans Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê kesek ji ber ku ambulans pê ve neçû mir.

Bûyerê doh li navçeya Avkevirê ya Agiriyê rû da.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik bi rêya hesabê xwe yê Xê diyar kir ku Abdullah Aslan li nêzîkî nexweşxaneyê bi 350 metreyî qeza kiriye.

Li gorî agahiyên ku Sakik dane, Aslan ji ber ku “ambulans nîne” miriye.

"Hûn tawanbar in"

Sirri Sakik amaje pê kir ku qedirê jiyana mirovan nîne û wiha behsa bûyerê kir:

“Abdullah Aslan li nêzîkî nexweşxaneyê bi 350 metreyî tûşî qezayeke trafîkê bû.

Saetekê fîxan û feryad bilind dibin lê çi qasî hewl tê dayîn ji ji ber ku ambulans nîne terkî mirinê tê kirin.

Welatî piştî saetekê bi derfetên xwe ji nexweşxaneyê sedyeyekê tînin û wî dibin nexweşxaneyê.

Lê Abdullah Aslanê birîndar ji ber ku gelek xwîn winda kiriye dimire.

Min bi rojan ji Wezareta Tenduristiyê re feryad kir ku li Agiriyê xizmetên tenduristiyê nînin û sîstem têk çûye lê wan qet tiştek nekir.

Wezareta Tenduristiyê, hûn tawanbar in!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst