Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî kuştina Nasralah hişyarî da!

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Hesen Nasralah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî kuştina Hesen Nasralah hişyarî da û diyar kir ku “berdewamiya rewşê dê bibe sedema karesat û wêraniyên zêdetir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser kuştina Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah a ji aliyê Îsraîlê ve daxuyanî da.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Em ji pêşhatên leşkerî yên li Rojhilata Navîn û hedefgirtina Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Seyîd Hesen Nasralah û hevalê wî gelekî bifikar in.

Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û hevxemê wan in.

Ev pêşhat ji bo ewlehî û îstiqrara herêmê metirsiyên cidî durist dikin.

Em hişyarî didin ku berdewamiya vê rewşê ji bo hemû aliyan dê bibe sedema karesat û wêraniyên zêdetir.

Ji ber vê yekê em bangî her kesî dikin ku bi zanayî pêşî li xirabûna rewşê bigirin û aramiya herêmê biparêzin.”

Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê 28ê Îlonê ragihand ku wan Hesen Nasralah kuştiye û Hizbulaha Libnanê jî heman rojê kuştina wî piştrast kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst