Îsraîl: Hesen Nasralah hat kuştin!

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hesen Nasralah Artêşa Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê ragihand ku Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah di êrişeke li başûrê Beyrûtê de hatiye kuştin.

Berdevkê Hizbulaha Libnanê jî ji Rûdawê re ragihand ku heta niha mirina Nasralah nehatiye piştrastkirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê David Abraham da zanîn, “Hesen Nasralah di êrişa Înê de hat kuştin.”

Her wiha Sererkanê Îsraîlê Herzî Halewî jî got:

“Kuştina Hesen Nasralah peyamek e ku Îsraîl wê xwe bigihîne her kesê ku gefê li welatiyên Îsraîlî dixwe.

Ev hîn ne dawî ye.”

Berdevkê Hizbulahê Rana Sahirî jî îro ji Rûdawê re ragihand ku mirina Nasralah nehatiye “piştrastkirin”.

Artêşa Îsraîlê her wiha da zanîn ku di wê êrişê de fermandarekî mezin ê Hizbulahê Elî Karkî û çend fermandarên din jî hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê Înê li başûrê Beyrûtê dest bi êrişeke dijwar kir û navenda sereke ya Hizbulahê kir armanc.

Çavkaniyên nêzîkî Hizbulahê ragihand ku di êrişê de 6 avahî hilweşiyane.

Çend çavkaniyên medyayî yên Îsraîlê diyar kir ku Hesen Nasralah armanc bûye lê çavkaniyên nêzîkî Hizbulahê û medyaya Îranê destnîşan kir ku ew sax e.

Piştî êrişê artêşa Îsraîlê ti agahî nedan û got ku ew lêkolînê dikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh di axaftina xwe ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de got:

“Hizbulah rêya şer hilbijart. Ji şer pê ve tu çareya me nemaye.

Em dê şer bikin heta ku em hemû armancên xwe pêk bînin.”

Şer û pevçûnên di navbera Hizbulah û Îsraîlê de piştî destpêkirina şerê Xezeyê ya 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir.

Hesen Nasralah kî ye?

- Bi salan e di nav gel de nehatibû dîtin

- Sala 1960î ji dayik bûye

- Ew mezinê neh xwişk û birayan bû

- Sala 1975an tevlî Tevgera Emel dibe

- Sala 1982yan bi çend kesên din re Partiya Emelên Îslamî damezirand

- Emelên Îslamî ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve gelekî hat piştgirîkirin

- Sala 1985an Hizbulah hat damezirandin

- Piraniya berpirsên Hizbulahê berpirsên Emela Îslamî bûn

- Nasralah sala 1992yan piştî ku Ebbas Mûsewî di êrişa hewayî ya Îsraîlê de hat kuştin bû Sekreterê Giştî yê Hizbulahê

- Hizbulah û Îsraîl ketin şer û di encamê de artêşa Îsraîlê ji başûrê Libnanê vekişiya

- Sala 2006an şerê bi artêşa Îsraîlê re dîsa dest pê kir

- Şer 34 rojan berdewam kir

- 2013 Nasralah daxuyand ku ew dê ji bo piştgiriya Esed çekdaran bişîne Sûriyeyê

- 2023 bi awayekî sînordar ket şerê navbera Îsraîl û Hemasê

- 2024 Artêşa Îsraîlê başûrê Beyrûtê bombebaran kir

- 28ê Îlona 2024an artêşa Îsraîlê kuştina Hesen Nasralah ragihand

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst