Polîsê Kerkûkê: Îraqê dron xist!

29-08-2024
Nîşan Kerkûk Dron Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Polîsê Kerkûkê ragihand ku drona li Kerkûkê ketibû ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Îraqê ve hatiye xistin.

Hêzên Ewlehiyê yên Kerkûkê ragihand ku li Kerkûkê dronek ketiye xwarê.

“Droneke mezin a çavdêriyê ye”

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî li ser bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:

“Sîstema parastina asmanî îro saet 11:00an dronek xist xwarê ku li asmanê Kerkûkê digeriya.

Droneke mezin a çavdêriyê ye lê em nizanin bê ya kîjan welatî ye û ji kû derê hatiye Kerkûkê.

Artêşa Îraqê ew dron li nêzîkî Nahiyeya Çîmenê kir hedef û li taxeke Kerkûkê ket xwarê.”

Li gorî agahiyên ku Amir Nûrî dane, xistina dronê nebûye sedam xisarên madî û canî.

Amir Nûrî her wiha diyar kir, artêşa Îraqê ji bo tesbîtkirina xwediyê dronê lêkolînan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst