Li Îdirê xeta boriya gaza sirûştî teqiya: 4 kes birîndar bûn

29-08-2020
RÛDAW
Nîşan Îdir Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdira Bakurê Kurdistanê makîneya kar xeta gaza sirûştî teqand û  du encamê de 4 kes ji ber teqînê birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, makîneyeke kar a ku ji bo çêkirinaser di navbera  Îdir-Agiriyê dixebitî, bû sedem ku xeta boriya gaza sirûştî biteqe.

Ji ber teqaîna xeta boriya ku pêwîstiya gaza sirûştî ya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Îdirê û Firokexaneya Îdirê pêk tîne, çar kesên li wê derê  birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hatin veguhestin. Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.

Waliyê Îdirê Huseyîn Engîn Sariîbrahîm û şanda pê re çûn cihê bûyerê û li herêma bûyerê lêkolîn kirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst