Desteya Tehrîr El-Şamê li nêzîkî Efrînê xwe bihêztir dike

29-04-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Desteya Tehrîr El-Şamê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tehrîr El-Şamê hebûna hêzên xwe li nêzîkî bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê xurt û zêdetir dike.

Li gorî zanyariyên Ajansa North Pressê, ji êvara roja Şemiyê ve, hêza çekdar a bi navê “Desteya Tehrîr El-Şamê” ango bi navê xwe yê berê “El Nusra” gelek çekdarên li deriyê Xezzawiyê yê navbera Efrîn û Îdlibê kom kirine.

Sedema şandina wan hêzên çekdar ew e ku Tirkiye hinek xalên leşkerî yên nû li navçeya Xezzawiyê li nêzîkî Efrînê danîne.

Di wê çarçoveyê de, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê û hêzên artêşa Tirkiyeyê li seranserê hêla sînorî bi hevkarî di amadebaşiyê de ne û gihiştina koçberan a li herêmên sînorî kontrol dikin.

Ji bo hêsankariya tevgera çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê, grûpên Emşat û Hemzat ên ser bi Tirkiyeyê ve alîkar bûn.

Her du grûpên Emşat û Hemzat jî ji aliyê Wezareta Gencîneya Amerîkayê ve, bi tometa encamdana binpêkirinan li dijî mafên mirovan ên li Efrînê hatine sizadan.

Dagirkirina Efrînê

Grûpên Çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bi alîkariya Tirkiyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan dewam kir Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrîn 18ê Adara 2018an dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst