Li Rojhilatê Kurdistanê dest bi dirûna genim hat kirin

29-04-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Genim û Ceh Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dirûna genim li navçeyên başûrê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û li gor berpirsên Rêxistina Çandiniya wê parêzgehê, 2 hezar û 500 ton genim ji cotkarên bajarên Mêran û Dêlran hatiye kirîn.

Cîgirê Rêveberê Çandiniyê yê Îlamê Heşmet Zerîn Çop ragihand, tê pêşbînîkirin ku îsal 350 hezar ton genim bê berhemanîn û cotkar 260 hezar ton genim bifiroşin navendên hikûmî.

Hikûmeta Îranê îsal her kîloyek genim bi 15 hezar tumen ji cotkaran dikire, sala borî jî bi 11 hezar û 500 tumenî bû.

Cîgirê Rêveberê Çandiniyê yê Îlamê dibêje, li Îlamê 26 navendên kirîna genim û 16 saylo amade ne ji bo ku genimê cotkaran bikirin.

Îsal li parêzgeha Îlamê 60 hezar hektar genimê avî û 80 hezar hektar genimê bejî hene û çinîna genim li navçeyên germ li naverasta biharê destpê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst