Li Mereşê bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbû

29-04-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Mereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksunê ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 6.89 kîlometre bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand roja Şemiyê 29ê Nîsana 2023an li navçeya Goksunê ya Mereşê di demjimêr 04:55an de bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 6.89 kîlometre bin erdê bûye.

Resetxaneya Kandilli jî ragihandiye ku li navçeya Goksunê ya Mereşê di heman demjimêrê de bi hêza 4.6 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 5 kîlometre bin erdê bûye.

Heta niha derbarê zerarê de ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst