Li Mereş û Semsûrê erd hejiya

03-03-2024
RÛDAW
Nîşan Mereş Semsûr Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sincikê ya parêzgeha Semsûrê bi hêza 3.7 pileyan erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Sincikê ya Semsûrê demjimêr 06:20an bi hêza 3.7 pileyan erdhejek çêbûye û kûrahiya wê 7 kîlometreyan bin erdê ye.

Herwiha li gorî AFADê li navçeya Goksunê ya Mereşê jî demjimêr 08:05an bi hêza 3.6 pileyan erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî zêdetirî 7 kîlometreyan bin erdê bûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan li herêmê erdhejên paşekî berdewam in û pisporên erdhejê rojane hişyarî didin ku egera erdhejên pilemezin heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst