Li Kampa Waşokaniyê tedbîrên xweparastinê nayên bicîkirin

29-03-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Kelûpelên paqijiyê bi destê koçberên Kampa Waşokaniyê nakevin
Kelûpelên paqijiyê bi destê koçberên Kampa Waşokaniyê nakevin
Nîşan Coronavirus Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Kampa Waşokanî ya Koçberên Serêkaniyê Hezar û 628 malbat di 1700 konî de dimînin û weku pêwîst tedbîrên parastina ji vîrusa koronayê nayên bicîkirin. Koçber gazinên xwe dikin û dibêjin ne mask, ne lepik û ne jî dermanên paqijkirinê bidest dikevin.

Bo paratina saxlemiya koçberan li Kampa Waşkaniyê ya li Hesekê Rêveberiya Xweser biryara qedexeya çûn û hatinê li wir derxistiye.

Koçbereke Kampa Waşokaniyê dibêje ku ne dermanê paqijiyê û ne sabûn heye ku ew di asta pêwîst de paqijiya xwe bikin.

Koçber Emşa Xidir Seîd dibêje: “Em ji bo zarokên xwe ditirsin, me temenê xwe biriye. Kelûpelên paqijiyê nînin, tiştên ku em xwe û zarokên xwe pê biparêzin nîne. Ne lepik û ne jî maske nedane me.”

Di  kampê de, 10 hezar û 192 kes dijîn û ji alîkariyên rêxistinên navdewletî bê par in, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî jç ti alîkariyekê pêşkeş nake.

Rêvebera kampê dibêje wek li tevihiya Rojavayê Kurdistanê heya niha ti haletên korona nehatine tomar kirin.

Rêvebera Kampa Waşokaniyê Sitêra Reşik dibêje: “Me li ber deriyê kampê konek ji bo girtina pileya germayê daniye û konek ji bo veqetandinê li cem Heyva Sor me daniye, heya niha jî ti halet nehatiye tomarkirin.”

Di odeya bendemayîna nexweşan li navenda tendirustiya kampê , kursiyên kesên nexweş ji hev hatine dûrxistin li gorî sîstema yek mitreyî ya parastinê ji veguhestina koronayê. Herçend e Heyva Sor a Kurdî erkê saxlemiya kampê li stuyî xwe girtiye, lê hişyariyê derbarê rûdana karîsetekê dide, eger hat û ev vîrus gihîşt deverê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst