Ji hevjîna xwe aciz bû, otomobîla wê şewitand

29-02-2024
Nîşan Antalya Otomobîl Şewitandin Hevjîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê kesekî ku ji hevjîna xwe aciz bûbû, agir berda  otomobîla wê.

Li gor agahiyan, îro li taxa Akçaalanê ya navçeya Serîkê ya Antalyayê, di navbera Ahmet B. û hevjîna wî de alozî derket.

Piştre Ahmet B. otomobîla hevjîna xwe bir nav zeviyeke vala û agir berdayê û reviya.

Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin lê otomobîl bi temamî şewitî.

Ahmet B. piştî bûyerê xwe radestî polîsan kir û bi biryara dozger hat berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst