Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê li Dêrezorê 7 gundên ku bê parastî mane kontrol kirin.
Piştî êrişên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) yên li Heleb û Îdlibê, li hinek herêman valahiya ewlehiyê çêbû û ew herêm bê parastî man.
HSDyê jî li bakur û rojhilatê Dêrezorê li cihê ku bê parastî mane operasyonek da destpêkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser kontrolkirina wan gundan daxuyaniyek belav kir.
HSDyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Li rojavayê Suriyeyê di demên dawî de gelek bûyer diqewimin û heta herêmên çolistanî bandoreke wan a cidî heye.
Lewma ji ber van bûyeran metirsî heye ku bi taybetî li bakûr û rojhilatê Dêrezorê li deverên ku valahiya ewlehiyê lê heye, şaneyên DAIŞê bikevin nava liv û tevgerê.
Ji ber vê metirsiya cidî em radigihînin ku hêzên me li gundên Salihiye, Tabiye, Hetla, Hişam, Merat, Mezlûm û Huseyniyeyê yên li rojhilatê Dêrazorê berpirsyariya gelên herêmê girtiye ser xwe.
Hêzên me li ser banga gelê herêmê ya li hemberî metirsiya ku çeteyên DAIŞê bipêşketinên li rojavayê welêt ji xwe re bike hincet û tevlîheviyan derxîne, li van gundan hatine bicîhkirin."
Şerê li Heleb û Îdlîbê
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.
Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdnişîn ên Helebê û navçeya Şehbayê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên Kurdan dikin.
Bi hezaran Kurdên Heleb û Şehbayê ber bi bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ve diçin.
Li hinek herêman di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse