Hevseroka Şaredariya Dêrsimê hat berdan

03-12-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Tayînkirina Qeyûman Bîrsen Orhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Birsen Orhan a 30ê Çiriya Paşîn hatibû girtin, îro li ser îtiraza parêzeran hat berdan.

Birsen Orhan di dema protestoyên dijî qeyûm de 23yê Çiriya Paşîn hatibû desteserkirin û ji aliyê dadgehê ve cezayê hepsa malê lê hatibû birîn.

Birsen Orhan 30ê Çiriya Paşîn li mala xwe bi hinceta "Astengkirina erkê" hat girtin û ji bo girtîgehê hat şandin.

Parêzerên Orhanê îro ji bo berdana wê serî li dadgehê da û dadgehê îtiraza parêzeran qebûl kir.

Birsen Orhan hat berdan lê dê li mala xwe cezaya hepsa malê bikişîne û nabe ji mala xwe derkeve.

8 kes hatin berdan, 5 kes hatin desteserkirin

Ji aliyê din ve li Dêrsimê ji 10 kesên di xwepêşandanên qeyûm de hatibûn girtin 8 ji wan hatin berdan.

Şeva borî jî nûçegihanê Yeni Demokrasiyê Ertan Çita, Endamê Komeleya Jîngehê ya Munzurê Ozkan Arslan, Rêvebirê berê yê DEM Partiyê yê Dêrsimê Ozcan Ateş, Rêvebirê DEM Partiyê yê Dêrsimê Çagdaş Bagaç û Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrsimê Volkan Toka li malên xwe hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê 5 kesên desteserkirî bir Rêveberiya Ewlehiyê ya Dêrsimê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst