SILÊMANÎ – Balafirên Tirkiyeyê xaniyekî sivîlan bi temamî rûxand

29-01-2024
Nîşan Silêmanî Mawet Xaniyê Sivîlan Tirkiye Balafirên Şer Rûxandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê rêxistina Amerîkî CPTyê Kameran Usman ragihand, balafireke şer a Tirkiyeyê li qezaya Mawetê ya Silêmaniyê xaniyekî sivîlan rûxandiye.

Kameran Usman da zanîn ku ev êriş şeva borî saet 01:35an ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatiye kirin û xanî ji binî rûxiyaye.

Usman herwiha ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Tirkiyeyê li herêma Baskî Qelê ya gundê Gelaleyê yê qezaya Mawetê ev xanî kiriye armanc.

Beriya êrişê bi nîv saetê ji malê derketine

Kameran Usman diyar kir ku xanî yê sivîlê bi navê Ebdulqadir Husên Tale ye û dema bombebaran Tirkiyeyê kes li malê nebûye.

Xwediyê xênî jî got ku kurê wî û çend hevalên xwe çûne malê û wan xwestiye bi şev li wê derê bimînin lê ji ber ku hewa sar bû û sobe jî nebû ew derketine û çûne maleke din.

Ebdulqadir Husên Tale anî zimên, piştî kurê wî û hevalên xwe derketine bi nîv saetê xanî hatiye bombebarankirin û bi temamî hilweşiyaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst