DÎLOK - Kesekî piştî ku hevjîna xwe û 2 bûrayên xwe kuştin dawî li jiyana xwe anî

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Kuştin Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêlqîzê (Nizib) ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe û 2 bûrayên xwe kuştin û dawî li jiyana xwe jî anî.

Li navçeya Bêlqîza Dîlokê di navbera du hevjînan de pevçûn derket û di encamê de kesekî hevjîn û du bûrayê xwe kuştin, 2 kes jî birîndar kirin û ji cihê bûyerê reviya.

Piştî demekê ew kes li navçeya Bêrecûka Rihayê di nav otomobîla xwe de mirî hat dîtin û tê texmînkirin ku xwe kuştiye.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst