Li Wanê bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan 14 kes hatin desteserkirin

10-03-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Koçber Qaçaxçîtiya Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan 14 kes hatin desteserkirin û 3 ji wan hatin girtin.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê ragihand, xebatên rêlibergirtina koçberên neyasayî û qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan berdewam in.

Li tevahiya parêzgehê ji bo desteserkirina qaçaxçiyên koçberan di navbera 2 û 9ê Adara 2025ê de operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de bi tohmeta “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” de 14 kes hatin desteserkirin û ew birin Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê.

Piştî wergirtina îfadeyan 14 kes ji bo Dadgeha Wanê hatin şandin.

Dadgeha Wanê derbarê 3 kesan de biryara girtinê da û 11 kes jî berdan.

Parêzgeha Wanê bi taybetî ji bo koçberên Efxan, Îranî û Pakistanî wekî rêyeke derbasbûna Tirkiye û Ewropayê tê bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst